Li Munchenê zêdeyî 200 hezar kes li dijî rastgiriya tund daketin qadan

Li paytexta eyaleta Bavyera ya Elmanyayê Munchenê, roja Şemiyê li gorî polîsan zêdeyî 200 hezar kes li dijî rastgiriya tund daketin qadan.

Du hefte beriya hilbijartinên parlamentê yên Elmanyayê bi sed hezaran kes bi dirûşma "Pêwîstiya demokrasiyê bi te heye" li hev kom bûn.

Li Munchenê ji bo hişyarî li hemberî hevkariya bi partiya rastgiriya tund Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) re bê dayin, zêdeyî 200 hezar kes daketin qadan.

Amadekarên çalakiyê diyar kirin ku beriya hilbijartinê wan xwestin ji bo 'cihêrengî, rûmeta mirovahiyê, ahengî û demokrasiyê peyameke xurt bidin'.

'Dapîr li dijî rastgiriya tund e' ku tevgereke sala 2018'an hatiye avakirin û sûd ji hewldaneke bi heman rengî ya li Awûstûryayê wergirt, li gelek bajaran ji bo çalakiyên şermezarkirinê bang kiribû. Bi vê armancê li Hannoverê li gorî polîsan 24 hezar kes tevlî meşê bûn.

Yekşema derbasbûyî jî li paytexta Elmanya Berlînê li gorî polîsan 160 hezar kes li dijî rastgiriya tund xwepêşandan kiribûn.

Xwepêşandanan ji ber nêzîkbûna lîderê CDU Friedrich Merz a ber bi AfD'ê destpê kirin, ku Merz li gorî anketan favorî ye.