Li Montpellîerê qeyûm hate protestokirin

Li bajarê Fransa Montpellîerê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdîn yên ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve hate protestokirin.

Meş ji aliyê Komîna Jinan a Delal Amed û NCDK’ê ve hate lidarxistin û li pêşiya Parka Peyroû Pîtotê destpê kir û heta Qada Comedîeyê dom kir. Di meşê de belavokên têkildarî desteserkirina şaredariyan hate belav kirin.

Di meşe de bê navber dirûşmeyên “Kujer Erodgan” , “Terorîst Tirkiye” , “HDP ne bi tenê ye” , “Her der Amed her der berxwedan” û “Dawî li êrîşan li ser Kurdan bînin” berz kirin. Nûnerên partiya çepgir a Fransyê jî beşdarî meşe bûn.

Li Qada Comediyê meş veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de axaftin hate kirin û peyamên piştevaniyê ya bi gelê Kurd re hate dayîn û dagirkeriya qeyûman jî hate protestokirin.

 

.