Li Fransayê ji bo zêdenekirina rayeyên polîsan çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê ji bo rayeyên polîsan neyê zêdekirin, bi tevlêbûna bi hezaran kesan çalakî hate lidarxistin.

Li Fransayê wê di demeke nêz de qanûneke ji bo binpêkirina mafên mirovan têkeve meriyetê.

Li gorî qanûnê heke kesên sivîl wêneyên polîsan bigirin wê ev tişt bibe sûc û wê polîs karibin bi droneyan wêneyên kesên sivîl û çalakgeran bigirin.

Li bajarê Montpellîerê ev qanûna ku wê têkeve meriyetê, hate protestokirin.

Kurdistanî jî tevlî vê çalakiyê bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Di çalakiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin û polîtîkayên zextên dewleta Tirk hate protestokirin.