Li Mînskê 100 hezar kes daketin qadan: 250 kes hatin destgîrkirin

Li Mînskê ya ku paytexta Belarûsê ye xwepêşandanên li dijî Lûkaşenko zêdetir dibe. 100 hezar kes meşiyan û derdora 250 kes hatin destgîrkirin.

Wezareta Karê Navxweyî daxuyaniyek da û diyar kir ku li taxên cihê yên paytextê nêzî 250 kes hatine destgîrkirin.

Aleksandr Lûkaşenko yê ku 26 sal in li ser desthilatdariyê ye piştî hilbijartina bi nîqaş a di 9’ê Tebaxê de li dijî wî çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Ligel ku zextên giran hene, her rojên Yekşemê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Nêzî 100 hezar kes tevlî çalakiya vê hefteyê bûn.

Piştî hilbijartina di 9’ê Tebaxê de mudaxeleyên tund li çalakiyên protestoyê hatibû kirin, 3 kes miribûn, bi dehan kes birîndar bûbûn û 7 hezar kes hatibûn destgîrkirin.  Di raporan de hatibû diyarkirin ku di dema destgîrkirinê de êşkence li mirovan hatibû kirin.

Roja Şemiyê jî nêzî 10 hezar jin daketin qadan û jinan pankarta ‘Lûkaşenko, tu hatî qewirandin’ hildan.