Li Melboûrnê dagirkeriya Tirk hate protesto kirin
Li bajarê Ewûstralya Melboûrneyê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Rojava hate protesto kirin.
Li bajarê Ewûstralya Melboûrneyê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Rojava hate protesto kirin.
Çalakî li pêşiya pirtûkxaneya Melboûrne pêk hat. Di çalakiyê de dagirkerina Efrîn û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê hate şermezar kirin.
Ji organîzasyona “Australia for Kurdistan” Sue Boltan di çalakiyê de axivî, nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da û balkişand li ser krîza li Rojhilata Navîn a di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de. Di çalakiyê de bê navber bi dirûşmeyan dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezar kirin.