BI DÎMEN

Li Marsîlyayê ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin

Li Marsîlyayê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin. Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hat lidarxistin, gelek Kurdistanî tevlî bûn û qert şandin ji Girtîgeha Îmraliyê re.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Aysel Bûlanik axivî û bal kişand bi ser armanca kampanyayê. Bûlanik anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demek dirêje dibin tecrîda giran de ye û got: “Sê sal in em tu agahiyê ji Rêberê xwe nagrin. Gelê Kurd û dostên wan li seranserî Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo dest bi pêngava azadiyê kirin. Di vê çarçoveyê de jî em ê îro qert bişînin ji Rêberê xwe re. Em ê şev û roj ji bo azadiya Rêberê xwe bixebitin û têkoşînê mezin bikin. Em bang li her kesê dikin ku ji bo ku pêngav bigihêje armanca xwe seferber bikin û tevlî pêngavê bibin.”

Piştî axaftinan Kurdistanî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” çûn postexaneyê û qert şandin.