Li Marsîlyayê ji bo gerîlayekî şehîd şîn hate danîn

Ji bo Ronî Demîrbaş ê HPG’yî li Marsîlyayê şîn hate danîn.

Li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Marsîlyayê ji bo Ronî Demîrbaş (Devrîm Firat) ê HPG’yî yê ku di 14’ê Gulana 2019’an de şehîd bûbû, şîn hate danîn.

Bi dehan Kurdistanî tevlî wê şînê bûn û meleyek di şînê de axivî. Mele got ku “Yên ku li hemberî serî hildane û şehîd bûne, cihê wan bihuşt e. Divê tu kes hêviya xwe ji zalim û dijminan neke. Dijmin tiştên xerabtir dike. Yên ku baweriya xwe bi dijmin û zaliman tîne, di warê olê û exlaqî de naletbûyî ye.”