Li Marsîlyayê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin

Çalakiyên protestoyê yên li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê yên ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve didomin.

Çalakiya Kurdistanî û dostên wan ya li bajarê Fransa Marsîlyayê di roja 3’an de didome.

Kurdistanî li pêşiya şaredariya Marsîlya li hev kom bûn û desteserkirna şaredariyên Kurd protesto kirin.

Kurdistaniyan dirûşmeyên “Kujer Erodgan” û “Dîktator Erdogan” berz kirin.

Li cihê çalakiyê Kurdistaniyan pankarta li ser nivîsa “Kujer Erdogan” û “Têkoşîna gelê Kurd wê Erdogan têk bibe” daliqand. Piştî dirûşme û axaftinan çalakiya ciwanan bi banga tevlîbûna meşa roja Şemiyê saet 18:00’an a li Qada Canabîereyê were lidarxistin bidawî bû.