Li Marîgnaneyê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan

Ciwanên Kurd li komîna Marîgnaneya li başûrê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan û mitîngek lidarxistin.

Tevgerên ciwanan TCŞ û TEKO-JIN’ê bi dirûşmeya “Bes e ji recrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; bi hev re serhildan” çalakiyek lidar xistin û xwestin dawî li tecrîda Îmraliyê were û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan were azadkirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên ji bo şermezarkirina peymana li ser Şengalê hatin hilgirtin. Piştî meşê mitîngek hate lidarixistin, bal kişandin li ser berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ku dabûn destpêkirin.

Li ser navê herdu tevgerên ciwanan daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku heta dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê yên li her çar parçeyên Kurdistanê neyê rawestandin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk neyê ew ê li her cihê ku lê dimînin çalakiyên xwe bidomînin.

Her wiha bang li hemû tevgerên şoreşgerên Kurd ên li Ewrûpa hate kirin ku tevlî çalakiyên her roja Çarşemê seat 19:00 û Yekşemê jî seat 14:00’an bibin.