Li Mannheim û Munîh’ê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
Li bajarên Mannheim û Munîh a Elmanyayê bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê pîrozbahî hatin çêkirin.
Li bajarên Mannheim û Munîh a Elmanyayê bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê pîrozbahî hatin çêkirin.
Îro saet 17:30’an Kurd li Paradaplatz’ê hatin cem hev û Roja Kobanê pîrozkirin û şehîdên berxwedaniya li hemberî DAÎŞ û dewleta Tirk hatin bîranîn.
Di çalakiya ku li ser bangewaziya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat de ji rêveberên partiya Dîe Lînke ku cihê xwe di Platforma Defen Rojava de digire Rolland Thomas axaftinek kir. Thomas got; “Model û azadiya li Rojava silav dikîn.”
Di çalakiyê de pankartên pir mezin hatibûn vekirin û ji bo YPG, YPJ û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan diruşme hatin berzkirin.
Bi heman mebestê li bajarê Munîh a Elamanyayê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de Serkeftina Kobanê hat silavkirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser qadên gerîla û Rojava hate şermezarkirin.
Di çalakiya ku SARA-JIN û Meclîsa Civaka Kurd a Munîhê organîzekirî de gelek kes hatin cem hev. Di çalakiyê de Enternasyonalîstan jî cihê xwe girtin.
Di mîtîngê de her wiha dîmenek têkildarê Kobanê hate nîşan dan. Berdewam ji bo YPG, YPJ û Rojava dirûşme hatin qîrkirin.