Li Maînzê komplo û tecrîd protesto kirin
Li Maînz a Elmanyayê komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Li Maînz a Elmanyayê komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Ciwanên Kurd li Evûtûrya, Fransa, Swîsre, Yewnanistan û Elmanyayê li 10 navendan zêdeti9r çalakî kirin. Yek ji cihên ku çalakî lê hate kirin Naînz a Elmanyayê bû.
Ciwanên aktivîstên Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) ên bi dirûşma ‘NA ji tecrîd, faşizim û dagirkeriyê re; Bi hev re Serhildan’ li navenda Maînzê meşiyan.
Di meşê de komplo protesto kirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan.
Ciwanên enternasyonalîst ên Elman destek dan meşê.
Aktivîstên YJK’ê jî di çarçoveya ‘Em dibêjin NA’ li ser pirekê pankarta ku wêneyê Ocalan li ser û bi nivîsa ‘Em dibêjin NA’, ‘Ji Tecrîdê Re NA’ û ‘Bi Hev Re Serhildan’ hildabûn.
Çalakvanên ji ANF’ê re axivîn ev gotin: “Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tê cezakirin. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bidome, bi fîzîkî Rêber Apo azad nebe, em ciwan kolanan naterikînin.”