BI DÎMEN

Li Lozanê ji bo piştevaniya Rojava bazar hat danîn

Ji bo piştevaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandor bûne, li Lozanê bazar hat danîn. Dahata bazarê wê radestî saziya Heyva Sor a Kurdistanê were kirin.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi armanca piştevaniya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker koçber bûne bazar hat danîn. Bazar ji aliyê Meclîsa Jinê ya Lajîn û Koordînasyona Piştevaniya bi Rojava re li salona çalakiya Montbenonê hat danîn. Nûnerên Greva Jinan a Swîsreyê, Partiya Sosyalîst, Keskan, partiyên SolidaritéS û nûnerên gelek saziyan çûn serdana bazarê.

Endama Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Hatîce Kandal di vekirina bazarê de axivî û diyar kir ku wan li ser navê Koordînasyona Piştevaniya bi Rojava re bazarek li dar xistin û got: "Em ê bi çalakiyên cuda hevgirtina xwe ya bi gelê Rojava re ku li dijî êrîşan li ber xwe didin, bidomînin."

Li bazarê xwarinên Kurdî û berhemên destan hatin firotin.  Her wiha li bazarê broşurên li ser agahdarkirina Şoreşa Rojava û êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.

Bazar bi konsera muzîkê ya hunermendên TEV-ÇAND'ê heta saetên êvarê dewam kir.