Li Londrayê tecrîd hate protestokirin

Kurdan li Londrayê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê çalakiyeke protestoyê li dar xistin û xwestin bila Erdogan were darizandin.

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd li qada herî şên a Londrayê li Pîccadîlly Cîrcûsê gelê Kurd hatin ba hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û xwestin bila Erdoganê dîktator were darizandin.

Gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û sloganên ‘Erdoganê terorîst’, ‘Erdoganê dîktator’ berz kirin. Înîsîyatîfa Jinên Kurd jî dovîzên fikrên Ocalan hildan û diyar kirin ku dewleta Tirk li Girava Îmraliyê li dijî Ocalan û fikrên wî Gûantanamoya xwe ava kiriye.

Li ser navê KCDK-Başûr jî hate diyarkirin ku Ocalan ronahiya azadiyê ya Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn e.