BI DÎMEN

Li Londonê sosyalîstan li dijî tecrîdê dest bi ‘greva birçûbûnê’ kirin

Sosyalîstan ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestberdana hemû girtiyên nexweş li Londonê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Sosyalîstên Tirkiyeyî li Koln, Parîs, Basel û Londonê dest bi grevên birçîbûnê 3 rojan kirin.

Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AVEG-KON), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestberdana hemû girtiyên siyasî, bi taybet girtiyên nexweş hat destpêkirin.

Endamên Meclîsa Gelê Kurd û nivîskar Alî Poyraz jî piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku li avahiya Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber a Londonê (Gîk-Der) destpê kir.

Alî Akgul, ê ku têkildarê greva birçîbûnê agahî da, bal kişand ser rewşên girtiyên nexweş ên li Tirkiyeyê û tecrîdê û got ku ew xwestine bi vê çalakiya xwe li dijî polîtîkayên mêtingeriyê yên dewleta faşîst a Tirk bersiv bidin.

Alî Akgul, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê li dijî pêkanînên qedexekar û kêfî yên dewleta faşîst ên li girtîgehan hişyariyê bilind bikin û got, "Ji ber ku tecrîda herî giran di şexsê Abdullah Ocalan de bi rengekî herî tarî û şovenîst li ser gelan tê meşandin. Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û pêwîste di zûtirîn demê de serbest bên berdan. Gelek girtiyên nexweş, tevî ku bi rengekî qanûnî xwestin bên berdan jî nehatin berdan, terkî mirinan hatin kirin. Di sala dawî de 78 hevrêyên me yên girtiyên siyasî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Bangawaziya me ew e ku hemû gelê me di vê mijarê de bikeve nava tevgerê û heta encam bigire çalakiyên xwe mezin bike. Encax em wisa bikaribin bi ser bikevin.”