BI DÎMEN

Li Londonê çalakiya 'Roja Kurdistanê' hat lidarxistin

Enternasyonalîstên li Londonê li hemberî êrîşên ser gelê Kurd çalakiya 'Roja Kurdistanê' lidar xistin.

Li paytexta Îngilistan London yê bi tevlîbûna dostên gelê Kurd û komên enternasyonalîst li dijî êrîşên li ser Kurdan çalakiya 'Roja Kurdistanê' hate lidarxistin. Di çalakiyê de panêl, semîner û komxebat hatin lidar xistin. Di van çalakiyan de hate diyarkirin ku her êrîşa li ser gelê Kurd, êrîşa li ser rêgezên demokrasî, azadî û rûmeta jinê ye.

Li Londonê piştî operasyona krîmînalîzekirinê ya li dijî Navenda Civaka Kurd û aktîvîstên wê di 27'ê Mijdara 2024'an de, dostên gelê Kurd û enternasyonalîst li Navenda Civaka Kurd a Harîngeyê rêze panel, semîner û atolyeyên bi navê "Piştgiriya bi Kurdistanê re - paşeroja me ya hevpar" hatin lidar xistin.

Akademîsyen, zanyarên siyasî, hiqûqnas, sendîkavan û nûnerên komên enternasyonal yên ji beşên cuda jî tevlî çalakiya ‘Roja Kudustanê’ bûn. Di çalakiya ku nûnerên sendîka, Emerîkaya Latîn, Fîlîstîn, Fîlîpîn, Sûdan, ciwan û komên Tevgera Azadiyê ya Reş jî lê amade bûn de, ji bo parastina şoreşa Rojava û bi dawî anîna siyaseta krîmînalîzekirina civakên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, bang hat kirin. Di çalakiyê de êrîşên dijwar ên di dawiya Mijdara 2024'an de li Londonê li hemberî civaka Kurd hatin kirin û êrîşên li hemberî Rojava hatin şermezarkirin.

Di civînê de rêveberên herêmî, organîzator û akademisyen axivîn û polîtîkayên Brîtanya ya krîmînalîzekirina Kurdan şermezar kirin.

Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinê ya Kurd a Jiyan ya Brîtanyayê de hat diyar kirin ku her êrîşa li ser gelê Kurd çi li Rojava û çi jî li Brîtanya dibe tê wateya êrîşa li ser rêgezên demokrasî, azadî û rûmeta jinê.

JI BO RÊBER APO AZADÎ

Beşdaran, dan xuyakirin ku ji bo Rêber Apo rola xwe di avakirina aştî û azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn de bilîze, divê bê azadkirin. Di çalakiyê de banga 'azadiyê' hat dubare kirin.

Dîrektorê Navneteweyî yê Unite The Union ku yek ji berdevkên Kampanya Azadî ji Ocalan re ye, di panela bi sernavê 'Tevgera Azadiyê ya Kurd û çareseriya demokratîk' de axivî û diyar kir ku ew destekê didin tevgera Kurd û banga dawî anîna êrîşên li ser civaka Kurd ên li Brîtanyayê bê anîn, kir.

Piştî axaftinan li gel çepik û tilîliyan dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Bijî Berxwedana Rojava" hatin berzkirin.