Li Londrayê gel çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê

Li Londrayê gel çû serdana çalakgeran ên ku li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê.

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye di 14’ê Adarê de Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.

Li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Londrayê bi tevlêbûna bi sedan kesan panelek hate lidarxistin. Di panelê de banga geşkirina têkoşînê hate kirin.

Berxwedêran diyar kirin ku çalakiyên li gorî giyanê serdemê pêk nehatiye û di vê pêvajoyê de divê her kes bi berpirsyariyeke mezin tevlî pêvajoyê bibe.

Çalakger Alî Poyraz got ku “Gelê Kurd bi salan e bi berdêlên mezin têkoşîna xwe aniye vê astê û çalakgerên greva birçîbûnê amade ne, berdêlê bidin. Lê ji bo ku berdêlên mezin neyê dayîn divê berxwedan were geşkirin. Wê berxwedêr dîrokê binivîsin.”

‘ÇALAKIYÊN LI GORÎ GIYANÊ PÊVAJOYÊ LAZIM E’

Berxwedêrekî din ê di çalakiya greva birçîbûnê de ye, Mehmet Saît Yilmaz jî diyar kir ku çalakiyên li gorî giyanê pêvajoyê hê pêk nehatine.

Yilmaz got ku, “Feraseta dijmin li her çar parçeyên Kurdistanê didome. Dijmin plansaziya qetlîamên nû dike. Gelê Kurd jî li hemberî van qetlîaman li ber xwe dide. Îro bi pêşengiya Leyla Guven bi hezaran berxwedêran alaya berxwedanê ya Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dewr girtine. Me nekarî em qîrîna van berxwedêran zêde bidin bihîstin. Mixabin çalakiyên li gorî giyanê demê hê pêk nehatiye.”

‘JIN DIBIN PÊŞENG’

Çalakgera greva birçîbûnê Nahîde Zengîn jî diyar kir ku di van pêvajoyên dijwar de jin pêşengiyê dikin. Zengîn got ku “Vê sibehê min daxuyaniya Dayîkên Aştiyê yên li Amedê xwend. Dayîk diyar dikin ku êdî şêwaza wan ya jiyanê wê bi tenê berxwedan be. Êdî divê şêweyê jiyana me ev be. Di têkoşîna Kurdan a neteweyî ya 40 salan de, jinên Kurd her dem mîsyona pêşengiyê pêk anîne. Jinan di pêvajoyên krîtîk de bi çalakiyên xwe, giyanekî nû dane pêvajoyê. Li ser vî esasî ez hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikim.”