BI DÎMEN

Li Lînzê pîrozbahiya bi coş a Newrozê

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê Newroz bi coş hate pîrozkirin.

NEWROZA LI LÎNZÊ

Kurdistaniyên li bajarê Lînz ê Awûstûryayê Newroz pîroz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan bi navê Lînz Dem-Kurdê axaftin hate kirin, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hate pîrozkirin û qala girîngiya Newrozê ya ji bo gelê Kurd hate kirin.

Nûnerê PYD'ê yê li Ewropayê jî têkildarî rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahî da gel.

Di pîrozbahiyê de hunermend Nûarîn, Bengî Agirî, Koma Dem, Hîvron û Hunermend Rizgar hunera xwe pêşkêş kirin.