Li Lîmassolê tecrîd hat protestokirin
Li bajarê Lîmassol ya Qibrisê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û bang hat kirin ku demildest bi parêzer û malbatê re hevdîtin pêk bê.
Li bajarê Lîmassol ya Qibrisê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û bang hat kirin ku demildest bi parêzer û malbatê re hevdîtin pêk bê.
Çalakiyên Kurdistaniyê li Ewropayê dijîn yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin.
Li ser banga DKTM Lîmassol’ê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta sor ya gelê Kurd e.
Di axaftinên ku hatin kirin de hate ziman ku divê tavilê tecrîd were bi dawîkirin û di serî de bang li CPT û saziyên navnetewî hat kirin ku bi erkê xwe rabin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Faşîst Tirkiye” û “Faşîst Erdogan” hat qêrîn.