Li Lîmassolê komkujiyên Qamişlo û Helebce hate şermezarkirin

Li bajarê Qibris Lîmassolê komkujiyên Qamişlo û Helebce hate şermezar kirin.

Merasîma ku li Navenda Çanda Kurd a Theoflîos hatî lidarxistin bi awayê semîner pêk hat.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Berpirsê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Torboch axivî û qala wan rojan kir.

Piştre lis er navê Navenda Çandê Çerkez Korkmaz axivî û got; “Dema ku mirov temaşe dike wê demê çi çêbibû û îro bi objektîf temaşeyî bûyeran dike heman zilim ji aliyê DAÎŞ’ê ve li ser Kurdan tê pêkanîn. Lê Kurdan li berxwe da û niha ew ber bi tinebûnê ve anîne û em hemû komkujiyan şermezar dikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan.