Li Leîpzîgê konsera ‘cejna vejînê’

Li bajarê Leîpzîgê yê Elmanyayê ‘cejna vejînê’ bi konserekê hate pîrozkirin.

Li bajarê Leîpzîgê yê Elmanyayê li Markplatzê saet di 15.30’an de konserek hate dayin.

Li ser navê FED Kurdê Menderes Canbek di destpêkirina konserê de axivî û nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK’ê da. Canbek diyar kir ku zemîna qanûnî ya qedexeyan tune û divê dawî li van kirinên kêfî were.

Piştî axaftinê Grûp Înternacîonale Wîder Stand ji bo piştgiriyê konserek da.

Di konserê de Koma Arîn û Seyda Perînçek jî derketin ser dikê û avabûna PKK’ê pîroz kirin.