Li Lefkoşayê qeyûm hate protestokirin
Li paytexta Qibris Lefkoşa desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hete protestokirin.
Li paytexta Qibris Lefkoşa desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hete protestokirin.
Desteserkirina şaredariyên HDP’ê Amed, Wan û Mêrdînê ya 19’ê Tebaxê ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li bajarê Lefkoşa bi danîna standekê hate protestokirin.
Bi dehan kesên tevlî çalakiyê bûn, belavok li kesên derdor belavkirin û banga hestyarîbûnê kirin.
Her wiha heyetek li ser navê çalakvanan bi Serokê Parlementoyê re civiya, dosyayek pêşkêş kirin. Belavoka ku di çalakiyê de hate belavkirin di bernameyên radyoan de jî xwendin.