Li Kopenhagê PKAN’ê Kongra xwe ya 4’an lidarxist

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) roja Şemiyê 20’ê Mijdara 2021’an li bajarê Kopenhag’ê kongra xwe ya çaremîn lidarxist.

PKAN’ê duh li bajarê Kopenhag a Danîmarkayê bi tevlêbûna delegeyên xwe li salona Brohusetê kongreya xwe ya çaremîn lidarxist.

Kongre ji aliyê Hevserokê PKAN’ê ya Danîmarka Necatî Gezen ve hate vekirin.

Ji bo bîranîna şehîden demokrasiye rêz hate girtin. Pitşre Hevserokê PKAN’ê Necatî Gezen bixêrhatina mêvanan kir. Gezen behsa girîngiyê damezrandina PKAN’ê, hewcedariya birêxistinbûyîna Kurdên Anadoliya Navîn ên li diasporayê dijîn û asîmîlasyona ku li ser wan tê rêvebirin kir.

Gezen bi kurtasî qala demazrandina PKAN’ê kir û got malavayiya beşdaran kir ku 4 emîn Kongra PKAN’ê lidardixin.

Ji bo dîvana kongreyê Dr. Zeynep Binici, Alî Fuat Gursel, Yusuf Ozden û ji bo rojev girtinê jî Alan Koyuncu hatin hilbijartin.

Li ser navê dîvanê Alî Fuat Gursel spasiya xwe ji bo delegeyan anî ziman ku wan baweriya bi wan anîne û piştre derbasî rojevê bû.

Mêvanên Kongre:

Parlamentera HDP’ê ya berê Nursel Aydogan ku wek mêhvan tevlê kongreyê bibû axaftinek kir û diayrkir: “Kongre ji bo me xwe nû kirine, AKP dixwaze rûmetên ku me bi dest xistî, ji hole rake û ew polîtîkaya tasfiyekirinê heftê salin berdewam dike. Ev kongre wê bibe bersiva polîtîkayên wan.”   

Aydogan di dewama axaftina xwe de ragihand ku dewleta Tirk li hemberî nasnameya Kurdan zêde erîşkare, lê wê qet encama negirin û wiha domand: “Piştî Kobanê azad bû, AKP dest bi siyaseta tesfiyekirina HDP’ê kir û ji ber vê 16000 hezar endamên HDP’ê niha girtîne. Çi dikin bila bikin li Rojava xweseriyek ava bûye û em li ser rêya serkeftine ne.”   

Piştre Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksungur jî axivî û got, “PKAN di demekî dîrokî de kongreya xwe lidardixe. 500 hezar nifûsa Kurdên Anadoliya Navîn li Skandînavyayê dijîn. Kurdên Anadoliyê cara destpêkê hatine Anadoliyê û ji wir jî hatine Ewropayê; ji ber vê pêwîste giranî bidin birêxistinbûnê. PKAN’ê bi belgefîlm, ji nifşên peşerojê re mîrateyeke dîrokî bihêle. Kurdên Anadoliya Navîn, çawa 500 hezar salin çand û hûnera xwe parastine û bi wê ruhê bixebitin û kar bikin û kongreya we û rêveberiya wê ya nû pîroz dikim.”

Akademîsyen û Nivîskarê pirtûka “Ma li Konyayê Kurd hene?” (Konya’da Kürt mü var?) Hacî Çevîk jî axaftinek kir û got, “Min li Anadolê û li Ewropayê lêkolîn kir bê ka Kurdên Anadoliya Navîn çawa siyasî bûne. Min dît ku Kurdên Anadolê li Ewropa dijîn di vê qonaxê de rolekî mezin leyîstin. Ez li ser Kurdên Anadoliya Navîn anketekê çêdikim, armanca min eve ku encama vê anketê di kovareka zanistî de biweşînim. Divê PKAN piştgiriyê bide xebatên bi vî awayî yên çandî û zanistî û ji we re serkeftinê dixwazim.”

Peyamên Hevserokê PKAN’ê yê berê Kadîr Çelîk, Parlamenterê Sosyal demokrat Sverige, Endamê HDP’ê yê berê Serkan Kose û Mehmet Bozdag ê di girtihega Karaman a Konya tê girtin hatin xwendin.

Piştî peyman endamên encûmena bajarê Ishoj Şengul Akbel Deniz û encûmenê bajarê Herlev Îbrahim Benlî her yek axaftinek kirin û bal kişandin ser girîngiya birêxistinbûyînê.

Halîl Kûçûkyildiz jî bal kişande ser xebatên ji bo pêşîgirtina helandina ziman û çandê û anî ziman, “Divê hedef ciwan bin, bi taybetî yên dibêjin em Kurdin, lê bi Kurdî neaxivin.” 

Beşdarên din ên kongreyê eleqeyek mezin nîşanî daxwazen PKAN’ê dan û nêrin û rexneyên xwe anîn ziman.

Piştî axaftin û nîqaşên berfireh, hilbijartin pêkhat. Li gorî encama hilbijartinê Melîha Dogan û Ahmet Gezer ji bo hevserokatiya nû ya PKAN’ê hatin hilbijartin. Her wiha meclîsa nû jî hat hilbijartin.