Li Kopenhagê gefên li ser Şengalê protesto kirin

Gefên Hikûmeta Navendî ya Iraqê ya li ser Şengalê li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi merasîmekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li paytext Kopenhagê dijîn bi armanca protestokirina tehdît û zextên li ser Şengalê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya li Kopenhagê çalakiyek kirin.

Dı çalakiyê de dirûşmên ‘Şengal vîna me ye, dest nede vîna me’, ‘Bijî Bexwedana Şengalê’, ‘Destê xwe ji Şengalê vekişînin’ û ‘Qatil Erdogan’ hatin qîrkirin.

Dosyaya hatibû amadekirin pêşkêşî sefaretxaneyê kirin, wê çalak roja Sêşem û Çarşemê jî dom bike.