Li Kolombiyayê amadekariyên ji bo Newrozê destpê kirin

Bi pêşengiya Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re ji bo amadekariyên Newrozê kombûnek hate lidarxistin. Ji bo hefteya Newrozê plansaziyek hate amadekirin.

Li Kolombiyayê, Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re çalakî û karên ji bo piştevanî û dostaniya gelan zêde dike.

Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re li paytexta Kolombiya Bogotayê di 3 û 4'ê Adarê de ji bo amadekariyên Newrozê li du deverên cuda semîner lidar xist. Semînera destpêkê li Mala hunerê ya Arto (Casa-Taller) a kolektîfa Arto Arte ya li taxa San Antonîo pêk hat. Ya duyemîn jî li Colegîo Însîtûto Cerros del Sûr (ICES) a li Cîûdad Bolîvarê hate lidarxistin.

Aktîvîstên ji pêvajoyên rêxistiniya civakî yên cuda yên li başûr rojhilatê Bogotayê tevlî çalakiyê bûn. Di semînerê de piştî ku li ser cografya Kurdistanê agahî hatin dayin, li ser dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê, konfederalîzma demokratîk û xwerêveberiyê nîqaş hatin kirin. Piştî semînerê bi beşdaran re diyalog hate kirin.

Di çalakiya dawiya hefteyê de jî bi giranî zarok, ciwan û malbatên wan tevlî bûn. Li vir jî li ser cografya, çand, ol, ziman û dîroka Kurdistanê agahî hatin dayin. Li ser sîstema konfederal a li Rojava û rêbaza rêveçûna vê sîstemê nîqaş hatin kirin.

Ji ber erdhejên li Kurdistanê jî Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Kolombiyayê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya alîkariyê dabû destpêkirin. Hatineya ji rojên fîlm û çalakiyên Newrozê wê tevî vê hatineyê ji Heyva Sor a Kurdistanê re bêne şandin.

ÇALAKIYÊN HEFTEYA NEWROZÊ

Di çarçoveya amadekariyan de wê di navbera 14 û 17'ê Adarê de fîlm, dokûmanter û kurtefîlmên têkildarî Kurdistanê li festîvala dokûmanteran a 'Newroz Globale Bogota' bêne nîşandan.

Li gorî vê yekê bername bi vî rengî ye:

- 14'ê Adarê, Sêşem: Evîn Di Rûyê Qirkirinê de û Mal (kurte fîlm). Saet: 17:45. Cih: La Hoguera (Calle 45 # 22-55).

- 15'ê Adarê, Çarşem: Berfin. Saet: 17:45. Cih: Corporación Colombiana de Teatro (Calle 12 # 2-65).

- 16'ê Adarê, Pêncşem: Floreciendo en el desierto, Meme y Gule, Después de la guerra- Piştî Şer (kurte fîlm). Saet 17:45. Cih: La Redada (calle 17 # 2-51).

- 17'ê Adarê, În: Daren bi tenê ve Sîya Cîya yê Kurmanç. (kurte fîlm).  Saet 17:45. Cih: Teatro Acto Latino (carrera 16 # 58A-55).

NEWROZ WÊ 20'Ê ADARÊ LI BOGOTAYÊ BÊ PÎROZKIRIN

Bername:

Agahdariya li ser Newrozê û rewşa wê ya heyî.

Pêşkêşkirina xwarinên Kurd û Kolombiya

Govenda li dora muzîkên Kurd û Kolombiyayê.