Li Kolnê li dijî dagirkeriyê çalakî hate lidarxistin

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrîn û Başûrê Kurdistanê li Kolnê ji aliyê bi deh hezaran kesan ve tê protestokirin.

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi hezaran Kurd û dostên wan li Ebert Platzê li hev kom bûn û li hemberî operasyonên dagirkeriyê yên li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê ber bi Neû Marktê ve dimeşin.

Çalakgerên tîşortên ‘Ji dîwaran re na, ji Efrînê re azadî’ li xwe kirin û bi pankarta ‘Dewleta Tirk a faşîst ji Efrînê derkeve’ dimeşin.

Di meşê de alayên YPG û YPJ’ê û wêneyên şervanan hatin hildan ên ku li Rojava şehîd bûbûn.

Di meşê de belavoka bi Elmanî ya li ser dagirkeriya Efrînê hate xwendin.

Destûr nehate dayîn ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were hildan.

Piştî meşê wê mîtîng were lidarxistin.