Li Kolnê greva 48 saetan ya Defend Rojava û YS’ê bidawî bû

Li bajarê Elmanya Kolnê ji aliyê Defend Rojava (Rojava Biparêze) û rêxistina ciwanan YS ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê greva 48 saetan hatibû destpêkirin.

Li Kolnê ya ku bajarekî Elmanyayê ye greva birçîbûnê ya  48 saetî ya ku ji aliyê Defend Rojava û Yoûng Stûrggle ve roja Înê hatibû destpê kirin, îro bi dawî bû.

Greva birçîbûnê roja Înê dest pê kiribû. Di çalakiyê de daxuyaniyên çapemeniyê hate dayîn û meş hate lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hatin hildan û hate gotin ku tecrîd sûcê dijmirovahiyê ye.

Li aliyê din di çalakiyê de wêneyê Mûhabbet Kûrt ê ji doza MLKP’ê girtî û di greva birçîbûnê de ye hate hildan. Kûrt a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji 1’ê Adarê ve bi girtiyên din ên MLKP’ê re greva birçîbûnê ya 15 rojan dabû destpêkirin.