BI DÎMEN

Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin

Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li bajarê Koln ê Elmanya û bajarê Winterthûr ê Swîsreyê bi çalakiyan hate protestokirin.

TAYÎNKIRINA QEYÛMÊ LI ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ

Li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, cara sêyemîn qeyûm hate tayînkirin. Li dijî xespkirina Şaredariya Colemêrgê li bajarê Koln ê Elmanyayê û li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.

KOLN

Girseya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê li Bahnhofvorplatzê li hev civiyan, ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê protesto kirin.

Li ser navê rêveberiya Dîe Lînke Kolnê Vedat Akter mafê axaftinê girt û binçavkirina  Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûmê li şaredariyê şermezar kir.

Li ser navê DKTM’ê jî Sîdar Ayhan axivî û anî ziman ku ew ê polîtîkayên qeyûmê qebûl nekin û her tim bi şaredariyên DEM Partiyê re di nava piştevaniyê de bin.

WINTERTHÛR

Faşîzna AKP-MHP’ê ku vîna xelkê Colemêrgê xesp kir, li bajarê Wînterthûr ê Swîsreyê bi çalakiyeke hat protestokirin. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E Mûsa Farisogûllari ku li ser navê Kurdistaniyên ku li ser banga Naveda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthûr (CDK) li Bahnsofplatzê li hev civiyan, axivî diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi bikaranîna hemû derfetên dewletê li gelek bajaran hilbijêran veguhest û tevî wê yekê jî vîna gelê Kurd bi ser ket.  

Farisogûllari diyar kir ku desthilatdariya faşîst di hilbijartinên ku duh li Curnê Reşê hat nûkirin de careke din têk çû û ji bo tola xwe rake xespkirina vîna gel xist dewrê.

Farisogûllari bi bîr xist ku xespkirina vîna xelkê Wanê bi berxwedanê hat têkbirin û wiha got: “Vê carê dixwazin îradeya xelkê Wanê teslîm bigirin. Em Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li dijî xespkirina vîna xelkê Colemêrgê li qadan bin.

WÊ SIBÊ LI GELEK NAVENDÊN SWÎSREYÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn wê sibê li gelek qadan dakevin qadan û xwedî li vîna xelkê Colemêrgê derkevin.

Navnîşana çalakiyên ku bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsre (CDK-S) û Yekîtiiya Jinên Kurd a Swîsreyê bê lidarxistin wiha ne:

Zurîh

Saet: 14.00

Pêşiya Konsolosxaneya Tirk

Weinbergstrasse 65, 8006 Zurich

Lozan

Saet: 18.00

Pêşiya kilîse

Rue Saint-Laurent, 1003 Lausanne

Cenevre

Saet: 18.00

Pêşiya postexaneya mezin

Rue du Mont-Blanc 18, 1201 Genève