Li Kobanê di êrişa SÎHA’yan de 3 sivîl şehîd bûn

Li Kobanê SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker careke din li wesayîteke sivîlan da. Di vê êrişê de sê kesên sivîl şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker vê êvarê bi balafireke bê mirov erebeyeke sivîlan li bajarê Kobanê bombebaran kir. Êriş li ser rêya Kobanê-Heleb pêk hat. Di encamê de 3 sivîlên ku di erebeyê de bûn şehîd bûn.

Roja Çarşema borî, balafira dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê li erebeyeke sivîlan dabû, di encamê de 2 kesên sivîl şehîd bûbûn û 3 kes jî birîndar bûbûn.