Li Kîelê şehîd hatin bibîranîn

Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Li hemberî vê êrîşî Berxwedana Rûmetê hatibû destpêkirin. Şehîdên Berxwedana Rûmetê li bajarê Kîelê yê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Şervanên ku di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûbûn, li bajarê Kîelê yê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê di her warî de xwedî li şehîdan were derketin.

Li ser navê MLKP’ê jî hate gotin ku şoreşa Rojava şerê hemû gelan e û hate gotin ku “Şervanên enternasyonalîst ên ji her dera cîhanê hatin li Rojava şer kirin.”

Li ser navê TEV-DEM’ê jî hate gotin ku li Ewropayê divê her kes bibin xwediyê dengê şoreşa Rojava.

Di bibîranînê de sînevîzyon jî hate nîşandan.