LI KÎELÊ ÇALAKIYA PROTESTOYÎ
Çalakvanên ku li Kîel Hauptbahnhof Platz di saet 15.00’an de hatin ba hev, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurd deqeyekê rêz girtin. Di mîtîngê de ji malbata şehîd Andok Cotkar (Konstantin Gedig) axaftinek hate kirin. Andok Cotkar di sala 2019’an de di êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava de li Serêkaniyê şehîd bû.
Dayik û bavê Cotkar di axaftina xwe de, ev tişt gotin: “Li Sûriyeyê Elewî, Durzî, Xrîstiyan û Kurdên li Rojava dijîn, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên qetilkirin. Ewropa û dewletên cîhanê li hemberî van komkujiyan, bêdeng in. Bi taybetî dewleta Elman firotina çekan a ji Tirkiyeyê re didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê komkujiyan. Li dijî êrîşên mirovî yên li Rojava, di serî de Elmanya divê welatên Rojavayî bêdengiya xwe xira bikin, Tirkiye bidarizînin û hemû alîkarî û firotina çekan a ji Tirkiyeyê re, rawestînin.”
Malbatê destnîşan kir ku şehîd Andok û hevrêyên wî, bi van çekên hatine firotin hatin qetilkirin û bang li her kesê kir ku li dijî dagirkerî û komkujiyan dengê xwe bilind bikin.
Di tevahiya mîtîngê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî berxwedana YPJ” hatin berzkirin. Çalakî, bi peyamên bi biryar ên beşdaran û bi ruhê piştevaniyê bi dawî bû.