Li Kîel, Mannheîm û Antwerperwenê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

Li Kîel, Mannheîm û Antwerperwenê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar hatin danîn. Di çalakiyê de hate diyarkirin “Heta dar mezin bibin,bila Rêbertî di nav me de be.”

Kurd li pêşiya HBF’a Kîelê hatin ba hev û bi wesîleya 4’ê Nîsanê gul belav kirin.

Di pîrozbahiyê de li ser navê NCDK’ê Ehsan Melezgirt axivî û diyar kir ku têkoşîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne bi tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevgerên şoreşger ên cîhanê jî dibe îlham.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî bi  banga NCDK’ê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin. Nêzî 200 kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî saet di 15.00’an de li Altermebplatzê hate kirin.

Di pîrozbahiyê de hate gotin “Em îro rojbûna gelê Kurd pîroz dikin. Bila tu kes nebêje Rêber Apo li Îmraliyê bi tenê ye. Rêber Apo di warê fizîkî de ne li vir e lê bi milyonan gelê Kurd û dostên wan li ser rêya wî ne.”

ANTWERPEN

Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê jî li Grûmplastê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Balonên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bû hate firandin û bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ govend hate gerandin.