Li Kasselê êrîşa dewleta Tirk a li ser Zînê Wertê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li bajarê Kassela Elmanyayê û derdora wê, êrîşa dewleta Tirk a li dijî Zînê Wertê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Çalakiya li Friedrichplatzê ji aliyê TJK-E yê ve hate rêxistinkirin.

Di çalakiyê de ya pankartên bi nivîsa Elmanî, “Qetlîama li Kurdistanên rawestînin”, “Bila ambargoya li ser Mexmûrê tavilê rabe”, “Qetlîamên li Mexmûr rawestînin”, “Erdogan ji koronavîrûsê xirabtir e, bi hezaran mirov qetil kirin û qetil kirinê berdewam jî dike” hatin hildan, bi diruşmeyan rejîma Erdogan protesto kirin.