Li Kassel û Viyanayê pankartên ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin vekirin
Li bajarê Kassel a Elmanyayê û li Viyana paytexta Avûstûryayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gelek cihan pankart hatin vekirin.
Li bajarê Kassel a Elmanyayê û li Viyana paytexta Avûstûryayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gelek cihan pankart hatin vekirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li 3 pirên ketin û derketina bajarê Kasselê pankartên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û azadiya wî hatin vekirin.
Ciwanan di rojên derbasbûyî de li rawestgehên otobusan û cihên qerebalix çalakiyên bi vî rengî pêk anîbûn.
Bi heman mebestî li Viyana paytexta Avûstûryayê li gelek cihên bajêr pankartên ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin vekirin.