Li Kampa Lavrîonê dibistana zarokên Kurd

Li kampa Kurdistanîyan a Lavrionê ya bi ser Atinayê ve, ji bo zarokên Kurd dibistana seretayî vebû. Di dibistanê de zarok li ser çand û zimanê Kurdî perwerde dibin.

Li kampa Lavrionê ya li paytexta Yewnanistan Atînayê ya koçberên Kurd, ji bo zarokên xwe perwerde bikin di nav kampê de dibistana seretayî ava kirin. Ji bo ku zarokên Kurd çanda xwe û civakbûnê fêr bibin perwerde hat destpêkirin. Perwerde hafteyê çar roj çedibe û dersên wek bîrkarî, jiyan û hawîrdor, mûzîk, kurmancî, xwendin û nivisandin tên dayîn.

 Koçberên Kurd ên li kampê bi awayekî demokratîk û komûnal rêxistiniya xwe dikin. Şêniyen kampê bi vê çarçoweyê ji bo zarokên xwe dibistan ava kirin û dest bi perwerdeyê kirin. Niha dibistan bi deh zarokan destpêkir û li ser çand û exlaqa civakbûnê perwerde bide.

 Mamosteyê dibistanê Agît Kaplan bal kişand ser pergala pişaftinê û wiha axivî: " Em li vir zarokan bi zimanê Kurdî perwerde dikin. Dixwazin hişmendiyeke demokratîk û komûnal bi wan re çêbikin. Li kurdistanê dagirker li ser ziman û çanda me polîtïkayên qirêj dike. Dixwaze me bide helandin û qedandin. Lê em ê her tim li  ber xwe bidin û ziman û çanda xwe biparêzin. Bila malbatê me ye Ewropayê jî ji bo perwerdeya zarokan hewl bidin. Zarok pêşeroja me ne."

Malbatên li nav kampê jî wek mamosteyan di nav jiyanê de li ser perwerdeya  zarokan disekinin û dixwazin zarok bi çand û dîroka Kurd mezin bibin.