BI DÎMEN

Li Innsbruck û Lautrachê Newroz hat pîrozkirin

Kurdistaniyên ku li eyaleta Tîrolê dijîn, di pîrozbahiya Newrozê de hatin cem hev û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Kurdistaniyên ku li eyaleta Tîrol a Awûsturyayê dijîn, di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Innsbruckê hatin cem hev.

Pîrozbahî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbruckê hat lidar xistin. Di pîrozbahiyê de ji bo bîranîna şehîdên azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Salona pîrozbahiyê bi alên Kurdistanî û posterên Rêber Apo hatin xemlandin û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Newroz’ hatin berzkirin.

Siyasetmedar Fuat Kav, li ser wateya Newrozê û banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ axivî. Fuat Kav, destnîşan kir ku Kurd, gel û dostên li Ewropayê dijîn, çiqas bi awayekî xurt xwedî li erkên xwe yên demê derkevin, dê ewqas zû azadiya Rêber Apo misoger bikin.

Di pîrozbahiyê de hunermend Şehrîbana Kurdî, Sîpan Xelat, Azad Bedran, Erdogan Emîr, Devrîm Azad, Koma Dem û Koma Demhat derketin ser dikê. Gel li ber muzîkê govend gerand.

LAUTRACH

Li bajarê Lautrach ê eyaleta Vorarlberg ê Awûstûryayê, Kurd û dostên wan di şahiya Newrozê de li hev kombûn.

Pîrozbahî bi pêşengiya Komeleya Çand û Hunerê ya Sara pêk hat. Heman hunermendan li vir jî derketin ser dikê.