Li Innsbruckê êrîşên li ser Rojava hat protestokirin
Li Innsbruckê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi çalakiyekê hat protestokirin.
Li Innsbruckê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi çalakiyekê hat protestokirin.
Li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Helebê bi çalakiyekê hat protestokirin. Gelek Kurdistanî tevlî çalakiya ber peykerê Annasäule ya li caddeya Maria-Theresienê bûn.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Axaftvanan bal kişand bi ser êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û gotin: “Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.”
Di çalakiyê de danezên li ser êrîşên dagirkeriyê yên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên Kurdî û Elmanî bi dawî bû.