Li Hollandayê wê Newroz were pîrozkirin

Li Hollandayê bi wesîleya Newrozê wê di 20’ê Adarê de li bajarên Arnhem û Geleenê meş werin lidarxistin. Di 24’ê Adarê de jî wê Newroz were pîrozkirin.

Komeleyên Kurdan ên Hollandayê li bajarê Arnhemê di 20’ê Adarê de wê meşa Newrozê li dar bixe. Meşa bi meşale wê saet di 18.00’an de li Wîlelmspleînê were destpêkirin.

Di heman roj û saetê de jî wê li bajarê Geleenê meşeke bi meşale were lidarxistin. Meş wê li Glanerbrookê were destpêkirin.

Di 24’ê Adarê de jî wê li Drûtenê şahiyeke Newrozê were lidarxistin.

Di şahiyê de wê gelek hunermend derkevin ser dikê wê derbarê girîngiya Newrozê û pêşveçûnên siyasî axaftin werin kirin.