Li Hollandayê rewşa dawî çi ye?

Hollandayê mîna welatên din ên Ewropayê tevdîrên tund ên derketina derve ranegihand. Tevî vê yekê jî encam mîna welatên din bû. Lewma vê yekê bal kişand.

Ji meha Adarê û pê ve li piraniya welatên Ewropayê, ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Covîd-19 a SARS-Cov-2, ku vîrûsa cûreyekî nû yê koronayê ye, derketina derve heta radeyekê hatibû qedexekirin. Di vê çarçoveyê de gelek kargehên li sektorên nelezgîn hatin girtin. Elmanya û hin welatên mîna wê jî hîn nû van tevdîran sist dikin.

TEVDÎRÊN TUND NEHATIN WERGIRTIN

Li Hollandayê jî tevî ku vîrûs heta astekê belav bû, bi rêbazeke cuda tevdîr hatin girtin. Li şûna qedexeya derketina deve pêşniyar li gel hate kirin û ji her şexsekî hate xwestin ku bi berpirsyarî rabe. Lê belê mîna li welatên din li Hollandayê jî dibistan ji meha Adarê ve hatin girtin û restorant û bar tenê ji bo firotina ji derve kar kirin. Berevajî welatên din kargehên biçûk ên xwarinê bi giranî kar kirin.

Serokwezîr Mark Rûtte di 31'ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê tevdîrên tund neyên girtin û pîvana wan a sereke ew e ku 'civak bi vîrûsê bikeve û jê rizgar bibe', her wiha li gorî pîvana 'berpirsyariya şexsî' her kes li qada civakî xwe ji hev vegire.

HEJMARA NEXWEŞ Û QURBANIYAN LI GORÎ WELATÊN DIN DI KÎJAN ASTÊ DE YE?

Li Hollandayê ku nifûsa xwe 17.7 milyon kes in tevî ku derketina derve nehate qedexekirin, hejmara nexweşên hatin tespîtkirin li gorî nifûsa xwe di heman asta welatên cîran de ye. Li Elmanyayê ku nifûsa xwe 83 milyon e, hejmara nexweşan 165 hezar kes in, li Hollandayê di ser 40 hezar kesî re ye.

Li gorî Fransayê ku tevdîrên tund hatin wergirtin û ji bilî pêwîstiyên lezgîn ên civakê sektor hemû hatin girtin, heman rewş heye. Li Fransayê di nava her 100 hezar kesî de 250 kes bi vîrûsê ketin, li Hollandayê ev hejmar derdora 230 kes in.

HEJMARA RASTÎ ZÊDETIR E

Li Hollandayê jî hejmara tê eşkerekirin têra pîvandina asta şewbê nake. Ji ber ku hejmar li gorî testên kêm hatine kirin tên tespîtkirin.

Serokwezîr Mark Rûtte ragihand, hejmara testa rojane ku heta destpêka meha derbasbûyî 4 hezar bûn, bi zexta karkerên tenduristiyê wê bikin rojan 17 hezar û 500 test.

5 HEZAR KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Rêjeya qurbaniyan jî ji bilî Elmanyayê li gorî welatên din ên cîran li Hollandayê kêm xuya dike.

Li gorî daneyên Enstîtuya Hawirdor û Tenduristiya Cemaweriyê ya Qraliyetê (RIVM) heta doh li Hollandayê 5 hezar û 56 kesî ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dan. Doh 69 kesî jiyana xwe ji dest dan, ku roja Şemiyê ev hejmar 95 kes bû. Hejmara qurbaniyên li Hollandayê li gorî Elmanyaya ji 83 milyon mirovî (6 hezar û 900 kes) zêde jî be, li gorî Belçîka ya ku nifûsa xwe 10 milyon mirov e (7 hezar û 900 kes) kêm e.

KÊM MABÛ KU KAPASÎTEYÊN NEXWEŞXANEYAN TIJÎ BIBE

Li gel van hemûyan li Hollandayê heta hefteya derbasbûyî fikar hebûn ku li nexweşxaneyan text hemû tijî bibin û neçar bimînin di navbera nexweşan de tercîhê bikin. Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê meha Adarê eşkere kir, li tevahiya welêt hezar û 100 text li servîsa lezgîn hebûn. Wezaretê dawiya meha Adarê ev hejmar ki hezar û 500 text û ragihand ku di demeke kurt de wê bikin 2 hezar û 300 textî.

'FERZÊN HIKUMETÊ BI KÊR NAYÊN!'

Li Hollandayê tê plankirin ku hefteya bê dibistan bên vekirin. Tê zanîn ku gel bi rengekî erênî li polîtîkayên heta niha hatine meşandin dinere. Ji Zanîngeha Leîdenê Grîts Rosendaal diyar kir, li ser 'bandora rastî' ya astengiya derketina derve pêwîstî bi wê heye ku 'gel bê îqnakirin'.

Yek ji sedemên wernegirtina tevdîrên tund jî aborî ye. Ji aliyekî ve tenduristiya cemaweriyê hate parastin, li aliyê din jî siyasetê li hev kir ku divê 'aborî jî bê parastin'. Li gorî Prof. Rosendaal, stratejiya ku hate meşandin hem ji aliyê tenduristiyê hem jî ji aliyê aboriyê ve 'stratejiyeke xwedî berpirsyarî' bû.