Li Hollandayê meşa dirêj a ji bo du rojan destpê dike
Endamên TCŞ û TekoJIN, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Zaandamê heta Amsterdamê dest bi meşekê dikin ku wê du rojan dewam bike.
Endamên TCŞ û TekoJIN, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Zaandamê heta Amsterdamê dest bi meşekê dikin ku wê du rojan dewam bike.
Ciwanên Kurd ên li Hollandayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sibe dadikevin qadan.
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Canfeda bi dirûşma "Xwe bi rêxistin bike, ber bi rêwîtiya azadiyê ve bimeşe" wê meşa dirêj destpê bike. Meş wê 3'ê Sibatê li Zaandamê destpê bike û 4'ê Sibatê li Amsterdam/Mûseûmpleînê biqede.
Meclîsa Ciwanan bang li ciwanên Kurd ên li Hollandayê kir û têkildarî plansaziya Meşa Dirêj ev agahî da:
Roja destpêkê: 3'ê Sibatê saet di 13:00 de meş wê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zaandamê destpê bike û heta stasyona bajêr a Amsterdamê dewam bike.
Roja duyemîn: 4'ê Sibatê saet di 13:00 de meş wê li ber strasyona bajêr a Amsterdamê destpê bike û li Mûseûmpleînê bi dawî bibe.
Navnîşana destpêkirina meşa dirêj bi vî rengî ye: Symon Claezstraat 2, 1502 VE Zaandam