Li Hîldesheîmê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn

Li Hîldesheîma Elmanyayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Çalakiya ku di kesayeta şehîdên yên meha Cotmehê de ji bo giyanê şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî, bi pêşandana sînevîzyonê dom kir.

Di bîranînê de li ser navê KOMAW’ê Bavê Hûsên axavî û bal kişand ku pêwîstî bi yekîtiya gelê Kurd heye.

Hevseroka FED-MED’ê Hakîme Yousuf di bîranînê de axivî û banga xwedîderketina li pêngava KCK’ê li gelê Kurd kir.

Bîranîna ku bi axaftinên li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Hannoverê Arif Yilmaz, li ser navê PYD Hannoverê Bavê Enber, li ser navê YJK-E Hannoverê Aliye Ekîncî û bi axaftina malbatên şehîdan dom kirî de, anîn ziman ku berxwedaniya Heftanînê, berxwedaniya rûmetê ya gelê Kurd e.

Di axaftinan de fermandarê HPG’ê Egîd Civyan jî hate bîranîn û bal kişandin li ser leyîstokên qirêj ên li ser gelê Şengalê tên pêkanîn.

Bîranîn piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû