BI DÎMEN

Li Hildesheimê ji bo şehîdê Tişrînê merasîma sersaxî û bîranînê hate lidarxistin

Ji bo şervanê QSD’ê Ahmed Silêman ku di berxwedana Tişrînê de şehîd bû, li bajarê Hildesheimê merasîma sersaxî û bîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê ji bo şervanê QSD’ê Ahmed Silêman ku di berxwedana Tişrînê de şehîd bû, merasîma sersaxî û bîranînê hate lidarxistin. 

Merasîm li Naven Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheimê hate lidarxistin û malbatata şehîdî jî di nav de gelek Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. 

Bîranîn bi rêzgirgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û piştre Hevserokê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Xoşnav Ata axaftinek kir. 

Ata bal kişand ser pêvajoyê û got ku ’Dewleta Tirk li ser tunekirina gelê Kurd hebûna diparêze’ û mînakên qirkirinên sed salên dawî yên bi destê dewleta Tirk hatin kirin, dan. 

Xoşnav Ata di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’ Di serhildana Şêx Seîd a 1925’an de, Şêx Seîd û hevrêyên wî li Amedê hatin îdamkirin, bi hezaran welatiyên me hatin qetilkirin û sirgûnkirin. Di sala 1938’an de bi Komkujiya Dersimê deh hezaran welatiyên me bi jehrê hatin qetilkirin û disa deh hezaran kes hatin sirgûnkirin. Li Agiriyê, Zîlanê jî bi deh hezaran welatiyên me ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Piştî ku gotin; ‘’Me beton rijand ser Kurdan, Kurd qediyan’’ êdî welatiyan nekarî bibêjin ku ‘’Em Kurd in’’ jî.  Rêber Apo di sala 1973’yan de derket û got; ‘’Kurdistan hatiye dagirkirin.’’ Rêbertî bi tena serê xwe bi rê ket û tam 50 sal derbas bûn û hejmara gihîşt bi milyonan. Dewleta Tirk a faşîst naxwaze destkeftiyên gelê Kurd hebin. Dema ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgav dibe û derbeyan dixwe êrîşî Rojava dike, qadên jiyanî bombe dike û bi awayekî hovane êrîşî li Şengal, Mexmûr û li her derê dike. Çekên NATO’yê yên pêşketî li dijî gelê Kurd bi kar tîne û bi ser de çekên kîmyewî jî bi kar tîne.’’

Ata di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi hilweşîna Esad li Sûriyeyê rewşeke nû rû daye û axaftina xwe wiha domand: ‘’Rejîma BAAS’ê rûxiya û HTŞ hate şûna wê. HTŞ li seranserê cîhanê di nava lîsteya terorê de ye. Kurdan ji sala 20112an ve ye li Rojava xweserî ava kiriye û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî Rojava dikin. Ev mehek e êrîşî li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê dikin. YPG, YPJ û QSD bi lehengî li ber xwe didin û derbên giran li çeteyan dixin. Dewleta Tirk a dagirker, bi balafirên şer û balafirên bêmirov şev û roj Rojava bombebaran dike. Helbet şehadet jî çêdibin.  Şehîd Ahmed Silêman yej ji şehîdê vê berxwedanê ye. Şehîd lehengên êe yên nejibîr in. Ji bo her şehîdekî xwe em çi bibêjin têrê nake. Çîroka her şehîdekî weke romanekê ye. Ji ber wê xwedîlêderketina Rêbertî tê wateya xwedîlêderketina şehîdan. Xwedîlêderketina Rêbertî tê wateya xwedîlêderketina Kurdistanê. Xwedîlêderketina Rêbertî tê wateya xwedîlêderketina jinan, PKK’Ê, gerîlayan, YPG’ê û YPJ’ê.’’

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên; "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.