Peymana di navbera PDK’ê û hikumeta navendî ya Iraqê de ya li Şengalê, li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Eyaleta Saksonyaya Jêr jî tevlî protestoyê bûn.
Li Eyaleta Saksonyaya Jêr bi organîzeya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê ji bo parastina statûya Şengalê çalakiyek protestoyî hate lidarxistin. Çalakiya protestoyî li qada Angoûlemeplatzê hate lidarxistin, bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di çalakiyê de Kurdistaniyên li Eyaleta Saksonyaya Jêr dijîn û li ser navê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin li ser leyîstokên PDK’ê û hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê.
Mitîng piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” û “Şengal” bi dawî bû.