Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheimê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hevdîtina bi gel re hat lidarxistin. Hevdîtin bi rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Di hevdîtinê de Hakîma Yusîf axivî. Yusîf anî ziman ku divê ciwan û jin pêşengiya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bikin.
Piştre Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok axivî. Gok da zanîn ku di rojên dîrokî re derbas dibin û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û bidestxistina encamê, pêwîstî bi hêza gel a rêxistinkirî heye.”
Gok banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê jî kir û got: “Meşa Kolnê xwedî dîrokek girîng e. Divê bi awayek xurtî em tevlî meşê bibin. Divê her cih bibe Koln û her cih bibe azadî.”