Li Helsinkî çalakiya li hemberî siyaseta dewleta Tirkiyeyê

Rêxistinên Fînî, biyanî û Kurd îro li hemberî sîyaseta dewleta Tirkiyeyê daketin qadan.

Çalakî ji aliyê rêxistinên cuda ve ku li jêr navê "Tora Piştgiriya Kurdistanê" hev girtine, hat organîzekirin. Ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li dijî siyaseta Tirkiyeyê ya li hember Kurdan û nêzîkbûna Fînlandiyayê li gel Tirkiyeyê li ser bazara navbera her du welatan di pêvajoya tevlîbûna NATO’yê ya Fînlandiyayê de. 

Navê rêxistinên ku çalakî organîze kirin, wiha ne: “RiseUp4Rojava Finland, A-ryhmä, Kurdien demokraattinen yhteisökeskus NCDK, Vasemmistonuoret, Aurora Helsinki, Vapaa Palestiina, Rauhanpuolustajat, Emilia Helsinki ja Antifasistiset kapinalliset”

Aktîvîstan li qada dêra spî ya mezin civiyan û ber bi balyozxaneya Tirkiyeyê ve bi rê ketin.

Gava meşê, girseyê rêya xwe bi ber ber Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê jî xist. Koma muzîkê, a rhythm of resistance jî bi muzîka xwe tev li meşê bû. Çalakgeran, bi dirûşmeyên ‘’Jin Jîyan Azadî!’’, ‘’Erdoganê terorîst! ‘’Na bo çekdayîna Tirkiyeyê!’’, ‘’Erdogan û Putîn her du wek hev in, Bijî berxwedana gelê Kurd!’’ û ‘’Bijî PKK!’’ heya ber balyozxana Tirkiyeyê meşiyan. Li wir polîsan nehişt çalakger nêzê balyozxaneyê bibin û hişt ku li Parka pêşiya wê li çalakiya xwe dewam bikin.

Daxuyaniyên rêxistinên cuda hatin dayîn û kesayetên siyasî yên naskirî û aktîvîstên çep ên wek Veronika Honkasalo û Geşaw Bibanî jî daxuyaniyên xwe dan û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Kurd nîşan da û kiryarên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê şermezar kirin. Li çalakiyê performansek ji bo nîşandana kiryarên nemirovî yên dewleta Tirk û Erdogan hat nîşandan. Li performansê xwest maketa Erdogan bişewitînin lê polîsên hêza taybet midaxele kir û maket ji dest çalakgeran derxist.

Çalakî, heya demekê bi dirûşmeyên li dijî kiryarên Tirkîyê û piştgiriya bi tekoşîna gelê Kurd re, berdewam kir.