Li Helsînkî desteserkirina şaredariyên HDP’ê hatin şermezarkirin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî Kurdistanî bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve bi çalakiyekê şermezar kirin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî Kurdistanî bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve bi çalakiyekê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên xwe yên li Helsînkî daketin qadan êrîşên faşîzan ên rejîma AKP-MHP’ê ya li ser şaredariyê HDP’ê şermezar kirin. Di çalakiyê de bang li hemû welatiyan hate kirin ku xwedî li şaredariyên xwe derbikevin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Helsînkî jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi hovane êrîşî dayikên daketina qadan dikin. Hevserok anî ziman ku wê çalakiyên xwe bidomînin.