BI DÎMEN

Li Heîlbronnê gireva birçîbûnê dest pê kir

Li Heîlbronê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Li bajarê Heîlbron ê Elmanyayê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî wê heta 15’ê Sibatê bidome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Heîlbronnê (DKTM) dest pê kir, wê 3 rojan bi awayekî dorveger berdewam bike û wê bi meşeke girseyî ya 15’ê Sibatê bê lidarxistin, bi dawî bibe.

Çalakiya ku îro danê sibê saet di 09:00’an de bi komek ji 5 kesan dest pê kir û bi serdana dehan Kurdistaniyan û peyamên piştgiriyê hat dayîn.

Çalakvanan di daxuyaniya xwe ya têkildarî armanca xwe de ev tişt gotin: “Bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêbertî tê meşandin. Ev 3 sal in tu agahî ji Rêbertî nîne. Li dijî Rêbertî pêkanînek dijhiqûqî û dijmirovî heye. Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê CPT hemû hêzên tevlî komployê bûne berpirsiyarê vê yekê ne. Rêbertî hêviya azadiyê ya gelê Kurd e û hêviya aştiyê ya Rojhilata Navîn e. Em demildest azadiya wî dixwazin.

Bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi mehane di greva birçîbûnê de ne. Di heman demê de dayikên me yên çavên wan bi hêsir jî nobetê digirin. Çalakiya me ya ku îro dest pê kir û wê heta 15’ê Sibatê bidome, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û silavkirina dayikên me yên li ber xwe didin.”

Çalakvanan gotin ku roj roja mezinkirina berxwedanê ye û gotin: “Divê em çalakiyên xwe li her derê mezin bikin." Di dawiyê de bang li gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn hat kirin ku tevlî meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û misogerkirina azadiya  Abdullah Ocalan bibin.