Li Hannoverê serfiraziya li dijî DAÎŞ’ê hate pîrozkirin
Li Hannoverê serfiraziya li hemberî DAÎŞ’ê hate pîrozkirin. Heta diyarkirin ku divê patronê DAÎŞ’ê ango Erdogan jî were têkbirin.
Li Hannoverê serfiraziya li hemberî DAÎŞ’ê hate pîrozkirin. Heta diyarkirin ku divê patronê DAÎŞ’ê ango Erdogan jî were têkbirin.
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê serfiraziya QSD, YPG û YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê hate pîrozkirin.
Kurd û dostên wan li Qada Steîntor a Hannoverê hatin ba hev. Di çalakiyê de flamayên YPG, YPJ, PYD û TEV-DEM’ê hatin hildan.
‘DIVÊ PATRONÊ DAÎŞÊ ERDOGAN JÎ WERE TÊKBIRIN’
Hevserokê NCDK-Hannoverê Altûn Bîschoff di çalakiyê de axivî û got ku “Li Rojava DAÎŞ hate têkbirin lê ev nayê wateya ku DAÎŞ qediyaye. Ji ber ku patronê DAÎŞ’ê Erdogan e û hê jî Serokkomarê Tirkiyeyê ye. Di 31’ê Adarê de em ê Erdogan biavêjin ser sergo. Em bang li hemû şoreşger û demokratan dikin ku di 31’ê Adarê de dengê xwe bidin tifaqa li dijî koalîsyona faşîst a AKP û MHP’ê.”
‘SEROKÊ DAÎŞÊ ERDOGAN E’
Endamê PYD-Hannoverê Bavê Emer jî got ku “Serokê DAÎŞ’ê Erdogan e û li Enqereyê ye. Heta ku Erdogan neyê têkbirin DAÎŞ nayê qedandin. Ji ber ku DAÎŞ li Sûriyeyê di bin navên din de derdikeve holê.”
Piştî gerandina govendê sloganên ‘Bijî berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.