Li Hannoverê di meşa 1’ê Gulanê de nerazîbûn nîşanî hevkariya Elman-Tirk hate dayîn

Li bajarê Hannoverê ya Elmanyayê Kurd tevlî meşa ji bo 1’ê Gulanê bûn û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin.

Meş ji aliyê NAV-DEM û komên çepgir hate organîzekirin û li nava bajêr hate destpêkirin. Meş heta Qada Halîm Dener domiya.

Di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ hate berzkirin.

Di axaftinan de jî polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya li ser Kurdan û hevkariya ku Elmanya çekan difiroşe Tirkiyeyê jî hate şermezarkirin.