Parlamenterê Partiya Çeg a Hambûrgê Martîn Dolzer duh li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû û ev 2 roj in di grevê de ye.
Dozler got, daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven her çiqas daxwazên gelê Kurd be jî daxwazên dostên wan e.
‘BÊDENGÎ HEVKARIYA SÛC E’
Dolzer ê di grevê de çû serdana saziyên civaka sivîl û dêran, daxwazên gelê Kurd ragihand. Dozler got tecrîda li dijî Ocalan sûcê mirovahiyê ye û wiha domand; “Bêdengiya li dijî tecrîdê hevkariya vî sûcî ye.”
Dolzer wiha domand; “Divê em dengê çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan ragihînin. Bêdengiya dewletên Ewropayê şermezar dikim. Ev bêdengî tê wateya piştgirîdayîna hikûmeta Erdogan.”
BECKER: OCALAN RÊBEREKÎ GEL Ê RAST E
Parlamenterên Partiya Çep Martîn Dolzer, Stephan Jersch, Mehmet Yildiz, Norbert Hackbûsch, Chrîstîane Schneîder, Denîz ÇelÎk, Cansû Ozdemîr û Sabîne Boeddînghaûs û Hunermend Rolf Becker jî piştgirî dan çalakiyê.
Becker ev tişt got;
“Êşên ku gelê Kurd dijî ji nêz ve dizanin û tiştekî din jî dizanim; çiqas ji azadiyê hez dikin. Di berxwedana Sûrê de ji bo bûyerên ku gelê Kurd dijî ji nêz ve bibînim weke deleqasyon em çûn Sûrê. Tiştên çêbûn hemû zilm bû.
Ocalan rêberekî gel ê rast e lê dewlet aTirk bi pêkanîna tecrîdê re dixwaze Ocalan ji gel qut bike. Divê qedexeya li ser PKK’ê rabe û diyalog bi Ocalan re çêbibe. Her dem em ê li gel gelê Kurd bin.”