Li Hambûrgê bi tevlîbûna hezar kesî li dijî qeyûman meşiyan
Bi meşeke girseyî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li Hambûrg a Elmanyayê hate protestokirin.
Bi meşeke girseyî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li Hambûrg a Elmanyayê hate protestokirin.
Nêzî hezar Kurdistanî û dostên wan ên ji Hambûrg, Kîel, Sstade, Lûnebûrg û Wînsen-Lûheyê li stasyona Trenê ya Strnschanze ya Hambûrgê hatin ba hev.
Partiya Çep, ATÎK, AGÎF, KKP, ADHK di serî de gelek partiyên şoreşger û komên cuda destek dan meşê. Dîsa di çalakiyê de Nûnerê KON-MED’ê Yavûz Fersoglû, aktivîsta jin Anya Falch, nûnerên Partiya Çep, AGÎF, ATÎK, KKP axivîn.
Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku desteserkirina şaredariyan êrîşeke nemerd e ku li dijî vîna azad a gelê Kurd hatiye kirin.
Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Dîktator Erdogan’, ‘HDP gel e, gel li vir e’, ‘Bijî berxwedana şorşgerî’ û ‘Li dijî faşîzmê mil bidin milê HDP’ê’ hatin qîrkirin.
Di meşê de tevî hewldana provakatîv bi coş hate kirin û li Gansenmarktê bi dawî bû.